Di êrişa Îsraîlê de fermandarekî payebilind ê Hîzbûllahê hate kuştin

Li banliyoyên başûr ên li paytexta Lubnan Beyrûdê, di êrişa hewayî ya Îsraîlê de yek ji fermandarên payebilind ê yekîneya Radwan a Hîzbûllahê Malek Ballout hate kuştin.

Çavkaniyekî nêzî Hîzbûllahê ku navê xwe eşkere nekir û ji Agence France-Presse re axivî, diyar kir ku yek ji fermandarên payebilind ên yekîneya Radwan Malek Ballout roja Çarşemê di êrişekê de jiyana xwe ji dest da. Çavkanî ragihand ku êriş piştî agirbestê yek ji êrişên herî mezin ên li ser herêmê bû.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî ragihand ku artêşê êriş bir ser "Fermandarê hêza Radwan a Hîzbûllahê."

Ajansa nûçeyan a fermî ya Lubnanê National News Agency diyar kir ku balafirên şer ên Îsraîlê bombe li herêma Ghobeiri barandin ku Hîzbûllah lê xurt e. Hate ragihandin ku piştî êrişê hilweşîneke mezin li herêmê bû û sivîlan herêm terikandin.

Çavkaniyekî ewlekariyê yê Lubnanê jî got, êriş li daîreyekê hate kirin ku lîderên Radwan lê di civînê de bûn.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, di êrişên din ên li herêmên başûr û rojhilat ên welêt de herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan.